Manifesto Kurdish

Manifesto Kurdish

MANÎFESTOYA JINAN YA PENa NAVNETEWEYÎ

Di destpêka herî pêshî ya peymana (Charter) PENa Navneteweyî de ev hevoka bingehîn hatiye nivîsîn: „Wêje sînoran nasnake“. Gava mirov basa sînoran dike, yekser sînorên navbera dewlet û gelan têne bîra yekî. Belê bo gelek jinan li her deverî li cihanê –û heta berî ne demeke dijêrj, mirov dikare bêje ji bo hemû jinan- sînorê pêshî û di heman demê de sînorê dawî, sînorê herî asê, deriyê wî xanî bû, yê ku ew têde dijîn: Deriyê xaniyê dêûbavên wê yan deriyê xaniyê mêrê wê. Da ku jin bibine xwediyên gotina azad, xwediyên mafê xwendin û nivîsandinê, divê ew bibine xwediyên wî mafî, yê ku rê dide wan, ku ew bikarin fîzîkî, civakî û di derbirîna ramanên xwe de azad tevbigerin. Hindik in, ew sistêmên civakî, yên ku di wan de jin rastî chavsoriyê neyê, dema ew bi rê de bi tenê be.

PEN di wê baweriyê de ye, ku zordestî li dijî jinê bi hemû awayên xwe yî gelek, chi di nav herchar dîwarên wê de be, û chi li derve û hishkere be, ew metirsiyên mezin î chavdêriyê dide hishkere kirin. Herdem li seranserê cihanê, li vir yan li wir nirxên chandê, yên olê û yên kevinetîrajê di ser mafên mirovan re têne girtin û weke bihane têne dîtin, da nemafdariyê li dijî jin û kechan rewa bikin û ew bi vê yekê nemafdariyê biparêzin.

PEN di wê baweriyê de ye, ku bêdengkirina mirovekî dikeve wê wateyê, ku hebûna wî mirovî tê nayîn kirin, û ev yek shêweyekî mirinê ye. Gava jin shengekarî û zanyeariya xwe yî bi herrengî tijî nikari be bêne der, tishtekî giring ji mirovatiyê kêm dibe, ew yek ji mirovatiyê tê kêm kirin.

PEN XWE JI VAN PRINSÎPÊN LI JÊR DINASE, YÊN KU DI QADA NAVNETEWYÎ DE HATINE PEJIRANDIN:

  1. BÊZORDESTÎ
    Bidawîanîna her coreyekî zordestiya li dijî jin û kechan re, di nav de zordestiya dadwerî, lashî, zayendî, derûnî, gotinî û ya digitalî; pishtgîrî ji bo peydekirina hawîrekê, ya ku di wê de jin û kech bikarin bi azadî bîr û ramanên xwe derbirin, û peydekirina niyabûnê, ku her zordestiyeke zayendî were vêvirkirin, xwediyê wê were sezakirin, û ya ku bûye goriya zordestiyê were mafdarkirin.
  2. EWLEYÎ
    Parastina jinên Nivîskar û rojnamevan; û helwestgirtin li dijî bêsezabûn û destdirêjiyên li hember jinên nivîskar û rojnamevan di cihana zindî de û di rêya onlineyê re.
  3. XWENDEWARÎ
    Bidawîanîna newekheviya di navbera zayendan de li ser hemû astên xwendewariyê bi awayê rêvekirina ji hemû jin û kechan re; û niyabûna wê yekê, ku jin bikarin mafên xwe yî hînbûna xwendin û nivîsandinê bikar bênin.
  4. WEkHEVÎ
    Niyabûna wekheviya jin û mêran li ber zagonê; shermezarkirina bindestkirina jinan ya her coreyî; û avêtina hemû gavên pêwist ji bo nehishtina bindestkirinê, herwekî dilniyabûna wekheviya têr û tijî ya hemû mirovan, ev jî bi wê yekê, ku divê navtêdan û arîkarî ji jinên nivîskar re were pêshkêshkirin.
  5. RÊVEKIRIN
    Niyabûna wê yekê, ku rê bi wekhevî li ber jinê were vekirin, bo hemû mafên hevwelatiyê: yên siyasî, aborî, civakî û chandî, da ji bo ew bi awayekî azad, tîjî û têrî bikare beshdariyê di hemû awayên ragihandinê de bike û hemû rêyên beshên wêjeyî li ber wê werine vekirin. Di ser vê yekê re jî niyabûna rêvekirina wekheviyê li pêsh jin û kechan bo bikaranîna her alavekî ragihandinê wek alav bo derbirîna ramana azad.
  6. PARDARÎ
    Bipêshvexistina parheviya yeksan î aborî ya jinên nivîskar, da ji bo ew yek were bicihkirin, ku jinên nivîskar û rojnamevan li gor mercên wekhev weke mêran bêne xebat- û mûchedan, bêyî ti rengên bindestkirinê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *